Festîval bi vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir ku stadyuma herî mezin a li ser asta Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ye wê were destpêkirin.
Her sal festîval 2 rojan didomiya lê îsal festîval wê 3 rojan berdewam bike.
Li gorî plansaziya hatiye parvekirin bernameyên werin pêşkêşkirin ev in:
Festîval di roja xwe ya yekemîn de, çalakiyên çandî yên neteweyên wê were pêşkêşkirin û di roja duyamîn de jî, werzîş û çend lîstikên ku hatine diyarkirin werin lîstin.
Her wiha di roja xwe ya dawiyê de jî dê çend hunermend ji deverên cuda berhemên xwe pêşkêş bikin.
Festîval ji bo bîranîna Bawer Agir (Ahmet Akyuz) e ku 13′ê cotmeha 2019′an de, li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bûbû tê lidarxistin.