Yekem festîvala kurtefîlmên Kurdî li City Cinema ya Silêmaniyê, di roja 3’yan de bi dawî bû û xelat pêşkeşî baştirîn leyîstikvan û fîlman hatin kirin.
Di festîvalê de, 29 kurtefîlmên ji çar beşên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatin nîşandan, festîvalê sê rojan dom kir.
Di her sê rojên festîvalê de, fîlm rojane dihatin nîşandan.
Di roja dawî ya festîvalê de, 12 xelat pêşkeşî baştirîn fîlman hatin kirin.
Lîstikvana Kurd Rêza Mihemed, ji bo kurtefîlma xwe “Bargdûr” (terzî) xelata baştirîn leyîstikvana jin wergirt.
Di vê festîvalê de, derhênerên jin û ciwan ên navdar hebûn û nêzîkî 200 fîlm hatin pêşkêşkirin.