Îro li Washingtonê danûstandinên Libnan û Îsraîlê pêk tên

Îro li Washingtonê, di navbera Îsraîl û Libnanê de danûstandin tên kirin. Libnan şertê rawestandina şer daniye, Îsraîl jî danîna çekên Hizbullahê armanc dike. Hizbullah jî dibêje ku ew pabendî encamên van hevdîtinan nabe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku îro roja sêşemê di navbera Îsraîl û Libnanê de, dê danûstandinên yekser û vekirî li ser asteke bilind, pêk werin.

Li gorî heman berpirsî, di van danûstandinan de, dê awayê parastina ewlekariya sînorên bakur ên Îsraîlê bi demdirêjî werin destgirtin.

Her wiha destekdayîna hikumeta Libnanê bo sepandina serweriya xwe li ser tevahiya xaka xwe û jiyana xwe ya siyasî jî dê were gengeşekirin.

Di van danûstandinan de, wê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, balyozê Amerîkayê yê li Libnanê Michel Îsa, şêwirmendê Amerîkî Michael Needham, balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Yechiel Leiter û balyoza Libnanê ya li Amerîkayê Neda Hemada cihê xwe bigrin.

Kanala 14 a Îsraîlê eşkere kir ku danûstandin dê di saet 14`an de, bi dema Greeneshê li Washingtonê dest pê bikin.

Beyrût dê giraniyê bide pabendbûna Îsraîlê bi rawestandina şer weke mercê sereke bo her danûstandinê.

Îsraîl jî li ser derxistina çekan ji destê Hizbullahê û sepandina ewlehiyê li ser sînorê xwe, rijd e.

Neîm Qasim bang li Hikumeta Libnanê kir danûstandinan neke

Beriya destpêkirina van danûstandinan, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim duh êvarê daxuyaniyek da.

Qasim, bang li Libnanê kir ku li hember qirkirina Îsraîlê bisekine û ti danûstandinan pê re neke.

Her wiha tekez kir ku vegerandina serweriyê, pêkanîna peymana Mijdara 2024`an e.

Berpirsekî Hizbullahê jî dibêje ku ew pabendî ti lihevkirinekê ji van danûstandinên bi sponseriya Amerîkayê nabin.

Sala 2022`an bi navbeynkariya Amerîkayê, danûstandin di navbera Libnan û Îsraîlê de pêk hatin, di encamê de sînorên deryayî yên herdu welatan hatin xêzkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye