YNK û PDK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê diyar kirin

Îro YNK`ê û PDK`ê namzetên xwe ji bo peywira serokkomariyê Îraqê destnîşankirine. YNK’ê ragihand ku namzetê wan yê serokkomariyê Nizar Amêdî ye û PDK`ê jî diyar kir ku namzetê wan Fuad Husên e. Di derbarê naskirina Nizar Amêdî û Fuad Husên de hevkara me Leylan Raporek amade kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) namzetên xwe ji bo peywira serokkomariyê Îraqê destnîşankirine.

Karwan Gezneyî ragihand ku namzetê YNK’ê yê serokkomariyê Nizar Amêdî ye.

Her wiha Serokê Fraksiyonê yê PDK`ê Şaxewan ragihand ku wezîrê karên derve yê niha yê Îraqê Fuad Husên ji bo namzetê PDK’ê yê ji bo peywira serokkomariyê Îraqê destnîşankirine.

Namzetê YNK`ê nizar Amêdî kî ye?

Namzetê YNK`ê Nizar Amêdî kî ye:

Nizar Mihemed Seîd ku wekî Nizar Amêdî tê naskirin.

Sala 1968an li Amêdiya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye.

Sala 1993yan li Zanîngeha Mûsilê bawernameya lîsansê ya endezyariyê bi dest xistiye.

Berî sala 2000î di Mekteba Sekreteriyeta Celal Talebanî de xebitiye.

Di navbera salên 2022-2024an de Wezîrê Jîngehê yê Îraqê bû.

Di serdema serokkomariya Celal Talebanî û Fuad Masûm de berpirsê nivîsgeha serokkomar bû.

Niha berpirsê nivîsgeha Mekteba Siyasî ya YNKyê ya li Bexdayê ye.

Namzetê PDK`ê Fuad Husên kî ye?

Namzetê PDK`ê Fuad Husên kî ye:

Sala 1949an li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye.

Sala 1967an bûye endamê Yekîtiya Xwendekaran a PDK`ê.

Li Holendayê bawernameya doktorayê ya zanistên siyasî wergirtiye.

Sala 1978an bûye endamê Înstîtuya Kurdî ya Parîsê.

Sala 2018an bûye Wezîrê Darayî yê Îraqê.

Sala 2020an bûye Wezîrê Karên Derve yê Îraqê.

Sala 2025an bûye Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê.

Li ser yek namzetî ne li hevkirina partiyên Kurdan li Îraqê destên kurdan lewazkiriye.

Li gor çavdêrên siyasî dibêjin PDK dixwaze bi piştgiriya Tirkiyê û hin partiyên Ereb mafê namzetiya sorkkomar ku ji YNKê be ji holê rabike.

Ev yek jî nakokiyên partiyên kurdî kurtir dike. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye