Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundên Mecdel û Mezrea yên gundewarê rojavayê Siwêdayê di navbera hêzên Hikûmeta Veguhêz û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê de pevçûn derketin.
Di pevçûnan de Hêzên Hikûmetê çekên giran di nava niştecihan de, bi kar anîn.
Hêzên Parêzvanên Niştîmanî jî bersiv li jêdera êrişan da.
Ev bevçûn, li gel berdewama binpêkirinên agirbestê ji hêla Hêzên Hikûmeta Veguhêz ve pêk tê.