Piştî 3 rojan ji derketina ji Lacanê, hêzên girêdayî PDK'ê, dorpêç ji ser gund rakirin da ku gel vegere malên xwe.
Li gorî çavkaniyên herêmê, îro PDK´ê wê hemû hêzên xwe ji gund û derdorê vekişîne û wê dawî li rewşa leşkerî were kirin.
Li dijî bûyera Lacanê, li navçeya Xebat a ser bi Hewlêrê vê, xwepêşandan hatin lidarxistin û tundiya PDK'ê ya li dijî şêniyên Lacanê hat şermezakirin.
Xwepêşandêran, agir berdan navenda PDK’ê û agir berdan hinek avahiyên li navçeyê.
Roja şemiyê, şêniyên Lacanê xwepêşandanek li ber kompaniya Lanazê li dar xistibûn.
Hêzên girêdayî PDK'ê jî, gule barandin û di encamê de, ciwanek hat kuştin û gelek kes hatin girtin.
Nûner û rihsipiyên gund hewldan kirin ku rewşê aram bikin û daxwaza berdana girtiyan kirin.
Li berevajoya wê, leşker derbasî nava gund bûn û niştecihên gund neçar bûbûn ku malên xwe vala bikin.