Erdogan: Ev pêvajo wê deriyê serdemeke nû veke

Erdogan da xuyakirin ku ev pêvajo wê deriyê serdemeke nû veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.

Têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir ku armanca vê pêvajoyê ew e ku astengiyên herî mezin ên li pêşiya aborî, aştî û xwişk-biratiyê ji holê rake.

Erdogan eşkere kir ku ev pêvajo wê deriyê serdemeke nû veke û bal kişand ser dîroka hevpar a bi civakên Kurd, Ereb û Tirkmenan re û got:

"Herêm niha bi xwînrijandin û pevçûnan têr bûye."

Serokkomarê Tirkiyê  da zanîn ku divê civak li hemberî provokasyonan bi "aqilê selîm" tevbigere û got:

"Em berovajî kesên ku razemeniyê li xwînrijandin û kaosê dikin, bi xwişk-biratî hev re ser bikevin.

86 milyon welatî wê bi hev re, Tirkiyê bikin sedsala 21'an. Bila gumana kesî tune be, em ê van armancan mil bi mil pêk bînin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye