Li gorî nameya Serokê Meclîsê hejmarên nûnerên ku di komîsyonê de cihê xwe bigirin wiha ye; AKP’ê 21, CHP 10, DEM Partî 4, MHP 4, Yenî Yol 3 parlementer in.
HUDA PAR, Yenîden Refah, Partiya Karkeran a Tirkiye (TÎP), Emek Partîsî (EMEP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û Partiya Demokrat (DP) ku koma wan di meclîsê de nîne ji wan jî parlementerek tevlî komîsyonê bibin.
Hate ragihandin ku divê herî dereng di 31’ê Tîrmehê de partî navên endamên ku tevlî komîsyonê bibin radestî serokatiya Meclîsê bikin.