Duyemîn gera civînê saet 09.30'an de li Konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Stenbolê dest pê kir.
Civînê bi qasî 4 saetan dewam kir û ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin .
Biryara berdewamiya civînan hate dayîn
Piştî civînê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di civînê de geşedanên dawî yên di derbarê rakirina sizayan û mijara nukleerî de hatin gotûbêjkirin.
Cîgirê Serokwezîrên Îranê dibêje: "Me helwesta wan a di şerê dawî de bi awayekî cidî rexne kir û helwêstên xwe yên bi rêgez ên li dijî mekanîzmaya vekişînê rave kir.
Her du alî jî bi hin nêrînan hatin civînê û aliyên cuda yên van nêrînan hatin nirxandin. Lihevkirin çêbû ku di vê mijarê de şêwir berdewam bikin.."