Serokkomarê Libnanê: Kes nikare li şûna Libnanê biryar bide

Serokkomarê Libnanê Jozef Ewn diyar kir ku Libnan welatekî serbixwe ye û tu kes nikare li şûna Libnanê biryar bide an jî danûstandinan pêk bîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî li Swîsrayê danûstandin di navbera Îran û Dewletên yekûyî yên Amerîkayê de destpêkirin, Serokkomarê Libnanê Joseph Ewn daxuyaniyek da.

Joseph Ewn diyar kir ku Hizbullah û Tehran dixwazin Libnan jî beşek ji peymana agirbestê ya herêmî be.

Îran berê gotibû ku heya ku êrîşên artêşa Îsraîlê li ser Libnanê bidomin, ew beşdarî danûstandinan nabe.

Lê rayedarên Libnanê dixwazin van mijaran ji hev cuda werin destgirtin.

Ji bo vê yekê jî vê hefteyê li Washingtonê tê plankirin ku tûrek nû ya danûstandinan di navbera Beyrût û Tel Avivê de pêk were.

Her wiha Serokkomarê Libnanê Joseph Ewn, got ku ew piştgirî didin hewldanên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de.

Joseph Ewn, da zanîn ku Libnan welatekî serbixwe ye û tu kes nikare li şûna Libnanê biryar bide an jî danûstandinan pêk bîne.

Serokkomarê Libnanê Joseph Ewn anî ziman ku tenê dewlet dikare her kes biparêze, ne civak û wiha got:

"Ji ber vê yekê hewce ye ku dewletek bihêz hebe ku hemû Libnanîyan temsîl bike.

ji bo ku çek tenê di destê dewletê de bimîne, hewldanên ji bo entegrasyona Hizbullahê di nav dewletê de berdewamin.

Cudahiyên fikirî asayî ne, lê nakokî û pevçûn di navbera Libnaniyan de nayên qebûlkirin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye