Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike.
Parêzgarê herêma Odese a li başûrê Ûkraynayê Oleg Kipresأوليغ كيبريس, ragihand ku piştî Rûsyayê duh êvarê mûşekeke balîstîk a Iskander avêt herêmê, kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Oleg Kipres da zanîn ku di heman êrîşê de, agir bi erebe û depoyên sotemeniyê jî ketin.
Ûkraynayê êrişî navendeke ragihandina Fezayî ya Moskowê kir
Ji aliyekî din ve, Ûkraynayê êrîşî navendeke ragihandina fezayî ya Moskowê kir.
Serfermandariya Artêşa Ûkraynayê îro ragihand ku hêzên wan navenda ragihandina fezayî ya “Dubna” li Moskowê kiriye armanc.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê “TASS” ragihand ku navend “rûbirûyê êrîşeke giran a bi balafirên bêmirov hatiye, lê weşana televîzyonî û ragihandin bandor nebûne.
Her wiha rayedarên herêmî gotin ku Moskovayê di saetên sibehê de bi dehan dronên Ûkraynayê anîne xwarê.
Şaredarê Moskovayê Sergê Sibaynin bi postekê li ser Telegramê got ku nêzîkî 60 dronan ku ber bi Moskovayê ve diçûn, hatine xistin.
Li gorî Wezareta Parastinê jî, pergalên parastinê yên Rûsyayê şeva borî bi tevahî 301 dron anîne xwarê.
Ev êrîş tên, piştî ku hefteya borî dronên Ûkraynayê yekane parzûngeha petrolê ya Moskovayê armanc kir.
Di wê êrîşê de, pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê nêzîkî 200 dronan anîn xwarê ku ev yek, ji çaxa êrîşên li ser Ûkraynayê ve yên di sala 2022’yan de, ji mezintirîn êrîşên hewayî yên li ser bajêr e.
Çar balafirgehên Moskovayê ji bo demeke kurt hatin girtin
Her wiha êrîşên li ser balafirgehan heta demeke kurt hatin rawestandin, ev jî ji ber wê yekê ku Ûkraynayê dîsa parzûngeheke petrolê li paytexta Rûsyayê bombebaran kir.
Li Deryaya Reş keştiyek ji aliyê dronên Rûsyayê ve hat armanckirin
Ji aliyekî din ve jî, Hêza Deryayî ya Ûkraynayê ragihand ku êrîşeke dronan a Rûsyayê keştiyeke barhilgir a Tirkiyê li Deryaya Reş ku ala Panamayê hildabû, armanc kiriye.
Hêza Deryayî destnîşan kir ku hin birîndar hene, di nav de 9 endamên tîma navdewletî yên li ser keştiyê.
Kîev, wekî bersivekê li ser bombebarankirina bajarên Moskovayê, rojane êrîşên bi dronan dike.