SOHR: Dewreyeke artêşa Îsraîlê derbasî quneytrayê bû

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê îro ragihand ku dewreyeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundewarê başûrê Quneytrayê bû.

reset font size increase font size

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewriyeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji çend wesayîtan pêk dihat, ji baregeha Til el-Ehmer a rojavayê derbasî bajarokê Kudna li gundewarê başûrê Quneytrayê bû. 

SOHR da zanîn ku dewriyeyê di hundirê bajêr de xaleke kontrolê ya demkî danî ye. 

Her wiha berî ku ber bi baregehê ve vekişin, otomobîl û rêwî kontrol kirin.

Di 25 'ê Tîrmehê de jî dewriyeke artêşa Îsraîlê ketibû gundê Mezrea Ebû Mezra ya başûrê Qunêtreyê û piştî nêzî saetekê dîsa vegeriyan Golanê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye