Berdevkê Tevgera Hemas Hazim Qasim got ku îro di saetên sibê de artêşa Îsraîlê di encama topbaran de hejmarek welatiyên Xezayê kuştine û ev binpêkirina agirbestê ye.
Tora El Qudis a Nûçeyan jî diyar kir ku Qasim bang li hemû aliyan kiriye ku tevgera Îsraîlê bişopînin û rê nedin Îsraîlê ji berpirsyariyên xwe yên derbarê agirbesta Xezayê de derkeve.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) jî ragihand ku di encama bombebarana balafirên bê mirov ên Îsraîlê de 5 welatiyên Filistînî li Xezayê hatin kuştin û kesekî din jî li Xan Yûnis hate kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî destnîşan kir ku yekîneyên wan ji bo dûr bikevin gule berdane hejmarek kesên bi guman ên xeta zer derbas kiribûn.