Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri di hevpeyvînekê xwe ya kanala CBS Newsê ya Amerîkayê de destnîşan kir ku avakirina Sûriyeyê 600 heya 900 milyar dolarî dixwaze.
Ehmed Şeri da zanîn ku ji bo pêkanîna vê avakirinê, pêwîstiya Sûriyeyê bi piştgiriyeke navneteweyî ya berfireh heye.
Şeri got ku civaka navneteweyî ev 14 sal in li hemberî kirîza li Sûriyeyê bê denge û rexne kir.
Serokê hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri di dawiyê de got: "Divê civaka navneteweyî niha piştgiriyê bide Sûriyeyê."