Di pêşbirkan de 8 maç di komên A, B, D û J de hatin lîstin

Maçên Kûpaya Cîhanê ya 2026'an yên beşa Ewrupayê berdewam dike. Doh jî 8 maç hatin lîstin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di Koma D de, Îzlanda di mala xwe de bi Fransayê re 2-2 wek hev ma. 

Golên Îzlandayê di deqeya 39'emîn de Victor Palsson û di deqeya 70'emîn de Kristian Nökkvi Hlynsson avêtin.

Di deqeya 63'yemîn de Christopher Nkunku û di deqeya 68'emîn de jî Jean-Philippe Mateta golên Fransayê avêtin û maç wek hev xilas bû.

Di Koma A de, Almanya Îrlandaya Bakur 1-0 têk bir, Nick Woltemade di deqeya 31'emîn de gol avêt û maç wiha bi dawî bû.

maç din yên ku hatin lîstin û encamê wan wiha ye:

Koma A: Slovakya- Luksemburg: 2-0

Koma B: Slovenya- Swîsre: 0-0,  Swêd- Kosova: 0-1

Koma J: Galler-Belçîka :2-4, Kazakîstan-Makedonyaya Bakur: 1-1

Koma D: Ukrayna- Azerbeycan: 2- 1

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye