Tîmên Nesr û Damacê duh êvarê li Stadyuma Awwal Park hatin beramberî hev.
Di lîga Profesyonel a Erebistana Siûdî de, tîma Nesrê tîma Damacê bi 4-1 têk bir û bû şampiyon.
Lîstikvanê Nesrê Sadio Mane di deqeya 34'emîn de gola yekem a tîma xwe anî.
Di deqeya 52'yemîn de Kingsley Coman gola duyemîn a tîma Nesrê anî.
Di deqeya 58'emîn de Morlay Silla bi penaltiyê gola tîma Damacê anî û cudahî kêm kir.
Di deqeya 63'yemîn de Cristiano Ronaldo gola sêyemîn a Nesrê tomar kir.
Di deqeya 80'yemîn de Ronaldo gola çaremîn a tîma xwe anî.
Bi vê encamê maç bi 4-1 bi dawî bû û Nesr bû Şampiyon.
Piştî 4 salan Cristiano Ronaldo di Lîga Pro de kûpa rakir
Ronaldo di maça ku du gol tê de anîn, puanên Nesrê gihandin 86'an.
Tîma Nesrê niha di rêza yekem de ye û bi du puanan li pêş tîma Hîlalê ye.
Bi vî awayî, Nesrê bi fermî şampiyonî bi dest xist û stêrkê Portekîzî piştî ku tevlî tîmê bû, yekem şampiyoniya xwe ya lîga navxweyî qezenc kir.
Piştî maçê, Ronaldo wêneyek li ser platforma xwe ya "X"ê bi temaşevanan re bi par ve kir, ku li ser "Zîhniyeta Serkeftinê" Şampiyon nivîsandibû.
Her wiha vîdyoyek ji merasîma şampiyoniyê weşand û wiha nivîsand: "Ev ji bo me gelekî watedar e ''Nesr!"