Maça fînalê ya kûpaya Ziraatê wê saet 20:45 dest pê bike

Di maça fînalê ya Kûpaya Tirkiyê de, Trabzonspor û Konyaspor wê li Stadyuma Corendon Airlines Parkê werin pêşberî hev.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di maça fînalê ya Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyê de, tîma Trabzonspor û Konyaspor wê hunerên xwe parve bikin.

Maç wê di saet di 20:45'an de li Stadyuma Corendon Airlines Park a Antalyayê dest pê bike.

Tîma Trabzonsporê berê di 2 sezonên dawî de gihîştibû fînalê, lê piştî têkçûna pêşî li hemberî Beşiktaş û Galatasarayê nekarîbû kûpayê bi dest bixe.

Trabzonspor vê carê dixwaze di fînalê de li hemberî  Konyasporê kûpayê qezenc bike.

Konyaspor di sezona 2023-2024'an de di fînala çaryekê de li hemberî Beşiktaşê û di 2024-2025'an de jî di nîvfînalê de li hemberî Galatasarayê têk çûbû.

Vê sezonê şagirtê Îlhan Palut di fînala çaryekê de Fenerbahçe û di nîvfînalê de Beşiktaş têk birin.

Vê carê dixwazin di fînalê de Trabzonsporê jî têk bibin û kûpayê bibin muzeya xwe.

Trabzonspor 9 caran kûpa qezenc kir

Tîma Deryaya Reş di kûpayê de 9 caran kêfxweşiya şampiyoniyê dît ku heta niha 17 fînal lîstine.

Trabzonspor we cara yekem di fînalê de were beramberî Konyasporê.

Di navbera her du tîman de, di nîvê yekem ê lîgê de, li Stadyuma xwe de Trabzonê 3-1 qezenc kir û tîma  Konyayê jî 2-1 qezenc kiribu.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye