Tîma Basketbolê ya Rûsyayê di dema vegerê de qeza kir

Otobusek ku lîstikvanên tîma basketbolê ya "Pionord Pro" ya bajarê Perm ê Rûsyayê hildigirt, li herêma Çelyabînskê ya li başûrê welat rastî qezayeke trafîkê hat, di encamê de kesek mir û çend kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daneyên destpêkê, tîm ji şampiyoniya basketbolê ya 3x3 ya Rûsyayê ku li Magnitogorskê hat lidarxistin, vedigeriyan.

Dema ku mînîbusa Mercedes-Benz piştî ku di herêmekê re derbasî xeta dijber bûn ku derbasbûn tê re qedexe ye, li kamyoneke Gazelle qelibîn.

Der barê vê mijarê de parêzgarê herêma Permê Dmitry Makhonin axivî û got:

"Ajokarê otobusê li cihê bûyerê mir.

Alîkarekî tîmê li nexweşxaneya Zlatoust hat ameliyatkirin.

Lîstikvanên din ên birîndar piştî ku birînên sivik dîtin, alîkariya yekem û dermankirin wergirtin."

Rayedaran diyar kir ku qeza li dora saet 4'ê sibehê qewimî û tê texmînkirin ku ajokar li ser dîreksiyonê di xew re çûye.

Ji ber vê yekê kontrola erebeyê winda kiriye û berî ku li kamyonê bikeve, ketiye rêya dijber.

Di dawiyê de, tîma Parma Perm ku tîma Pionord Pro digre nava xwe, piştrast kir ku çar lîstikvan birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye