Batman Petrolspor ji rahênerê xwe veqetiya

Tîma Batman Petrolsporê ya ku di Lîga 2'yemîn a TFF'ê de bû Şampiyon, û derbasî Lîga 1'emîn bû, ragihand ku, ew ji rahênerê xwe Serdar Bozkurt veqetiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Batman Petrolspor derbasî TFF Lîga yekemîn bû, ew ji rahênerê xwe Serdar bozkurt veqetiya.

Batman Petrolsporê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku êdî Serdar Bozkurt nema rahêneriya taximê dike.

Kulûba Batman Petrolsporê bi lihevkirina hevpar, xatir ji Serdar Bozkurt û taximê wî yê teknîkî xwest.

Di serkeftinên 2 sezonên dawiyê de roleke mezin lîstin.

Di daxuyaniya rêveberiya kulûbê de hat diyarkirin ku, biryara veqetînê bi lihevhatina hevpar hatiye standin. 

Serdar Bozkurt di dema wezîfeya xwe de, performanseke pir baş domand.

Taximê sor û spî ber bi fînala play-offê ve bir, û di sezona din de serkeftina şampiyoniyê bi dest xist, û taxim derbasî Lîga 1'emîn a TFFê kir. 

BATMAN PETROLSPOR: EM SPASIYA SERDAR BOZKURT DIKIN 

Di daxuyaniya fermî ya rêveberiya Batman Petrolsporê de, bal li ser taybetmendiyên pêşengiyê yên Bozkurt û têkoşîna wî ya bi biryar hat kişandin û wiha hat destnîşankirin:

"Rahênerê me, ku ne tenê bi encamên maçê, lê di heman demê de bi taybetmendiya xwe, navê xwe di dîroka me de nivîsand.

Em spasiya Serdar Bozkurt dikin, ji bo hewldanên wî û serkeftinên ku wî ji kulûba me re anîne.

Em serkeftinê ji wî re, di qonaxa din a jiyana wî de, dixwazin."

Niha jî wê Batman Petrolspor dest bi lêgerîna rahênerekî nû bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye