Rayedarên Tehranê nerazîbûna xwe li hemberî plana Trump nîşan dan

Tehranê nerazîbûneke tund nîşanî plana DYA'yê da, ku dixwaze ew bi xwe serkêşiya parastina keştiyên li Tengava Hurmizê bike. Rayedarên Îranî gotin ku ev destwerdana Amerîkî, wê weke binpêkirina agirbestê bê dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarekî payebilind ê Îranî şeva yekşemê daxuyaniyek da, û hişyarî da ku destwerdaneke gengaz a Amerîkayê ya li Tengava Hurmizê, dikare encamên cidî bi xwe re bîne.

Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî ya Meclisa Îranê Îbrahîm Ezîzî, li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da.

Îbrahîm Ezîzî di daxuyaniyê de wiha got:

“Destwerdaneke Amerîkî li ser pergala nû ya deryayî ya li Tengava Hurmizê, wê weke binpêkirina agirbestê bê dîtin.”

Ezîzî diyar kir ku Tengava Hurmizê û Kendava Basrayê bi parvekirinên Trump ên dûrî rastiyê re, nikarin werin birêvebirin.

Serokê DYA'yê Donald Trump jî, beriya niha bi demeke kurt daxuyaniyek dabû, û dest nîşan kir ku ji bo keştiyên ku ev nêzî du meh in li Kendavê asê mane, wê operasyoneke parastinê bidin destpêkirin.

Trump ev gav weke "nîşaneya niyeta baş" pênase kir.

Her wiha ragihand ku, ew keştîvanên ku asê mane, ji aliyê xwarinê ve tengav bûne.

Centcom navê "Projeya Azadiyê" li dorpêça li ser Îranê dike

Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên DYA'yê wê ji sibeha Duşemê û pê ve bi keştiyên welatên sêyemîn ên ku ne aliyekî şer bûn tevbigerin, da ku bi rengekî ewle ji Tengava Hurmizê derbas bibin.

Fermandariya Navîn a Amerîkayê CENTCOMê navê (Projeya Azadiyê) li vê operasyonê kiriye, û wê bi dema herêmî serê sibehê, ev operasyon dest pê bike.

100 Balafir û 15000 leşker di "Projeya Azadiyê" de cih digirin

Di vê pirojeyê de, 100 balafir û 15 hezar leşker cihê xwe digirin.

Li aliyê din, Trump di heman rojê de daxuyaniyeke cuda da, û da zanîn ku hevdîtinên bi Îranê re "gelekî erênî" derbas bûne.

Di navbera Îran û DYA'yê de, piştî êrîşên 40 rojî ku Îsraîl jî di nav de bû, di 8'ê Nîsanê de agirbestek hate ragihandin û agirbest hîn jî di meriyetê de ye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye