Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporê êrişên li ser xwepêşandêran şermezar kirin û destnîşan kir ku ev pêkanîn rastiya hikumeta veguhêz ku temsîla dewletê nake û rêz ji mafên besît ên welatiyan re nagire aşkera dikin.
Meclisa Îslamî bi daxuyaniyekê êrişên li dijî sivîlên ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan, şermezar kirin û anî ziman ku tiştê bûye "rastiya desthilata defakto" ku temsîla dewletê nake û rêzê ji mafên besît ên welatiyan re nagire aşkere kir.
Ev yek binpêkirina aşkera û zelal a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye ku mafên azadiya nêrîn û xwepêşandanên aştiyane rewa dikin.
Meclisê bêdengiya civata navneteweyî li hember van pêkanînan berpirsa exlaqî û qanûnî dît û bang lê kir ku bi erkên xwe rabe û van sûcên li dijî sivîlan bi dawî bike.
Meclisê diyar kir ku ji maf welatiyan e bi awayek aştiyane nêrîna xwe derbirînin, ji bo parastina ewlehiya welatiyan bang li wan hat kirin ku vegerin malên xwe, lê bi mafên xwe yên rewa ve girêdayî bin û bi rêbazên aştiyane daxwazên xwe bikin.
Duh, li ser banga serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind Şêx Xezal Xezal ku bi awayekî girseyî û aştiyane dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin, îro welatî herikîn qadan. Lê hat diyarkirin ku komên girêdayî hikumeta veguhêz bi hewla têkbirina xwepêşandanan gule avêtin û qurbanî çêbûn.