Di salên dawî de li Îranê di hejmara darvekirinan de zêdebûnek berbiçav heye, ev zêdebûn fikaran çêdike, ji ber ku hin ceza di dozên siyasî de an jî piştî darizandinên neheq têne dayîn.
Li gorî raporên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê di 11'ê Cotmehê de du girtiyên Lor û Kurd hatin darvekirin.
Her wiha di 8'ê Cotmehê de 12 kes li girtîgehên Qezilhesar a Kerecê hatine darvekirin.
Darvekirin bi tohmeta kuştina bi qest tê kirin
Girtiyê Kurd ê bi navê Humayûn Seferî yê xelkê bajarê Îlamê û girtiyê Lor ê bi navê Hafiz Rehmetî yê xelkê Xuremavayê duh ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatin darvekirin.
Ha diyarkirin ku ev her du girtî bi tuhmeta kuştina bi qest hatibûn girtin.
Ev girtî li li girtîgeha navendî ya Xuremavayê û Îlamê hatin bicîhkirin.
Darvekirin bi "Tohmetên pêwendîdar bi madên hişber" pêk tê
Li gel van rûdanan dîsa li gorî raporeke din a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê roja Çarşemê 12 girtiyên ku sê kes ji wan Kurd in li girtîgehên Qezilhesar a Kerecê hatin darvekirin.
Ev girtî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi qest" û "tohmetên pêwendîdar bi madên hişber" hatbûn girtin.
Navê girtiyên ku hatin darvekirin ev in:
Mîlad Yarî .
Arman Kakawend (32) .
Behmen Şahhusênî.
Elî Seîdzade Fehîmî.
Ehmed Mihemedî.
Hemze Sakî.
Hesen Zarih.
Mubîn Serwerî (27)
Mehmûd Welî Îlahî (41) salî û bavê sê zarokan.
Sîna Mihemedî.
Pêdram nasname nediyare.
Mesûd Melekî (33) salî bi tohmeta madên hişber.