Li ser rêya Serê Kaniyê û Hesekê, çekdarên nenas êrîşî otobûseke leşkerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir.
Otobûsa leşkerî ya firqeya 64'an a wezareta parastinê ya Hikûmeta Veguhêz bû.
Di êrîşê de, 5 leşkerên Hikûmeta Veguhêz hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Êla Mişahide êrîşa Şedadê girt ser xwe
Ne tenê li Serê Kaniyê, lê li Şedadê jî êrîşeke li dijî hêzên Hikûmeta Veguhêz hat kirin.
Hate ragihandin ku li Şedadê çekdarên nenas êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên Hikûmeta Veguhêz kir.
Êla Mişahide, bi daxuyaniyekê êrîşa li Şedadê ya li dijî Hikûmeta Veguhêz girt ser xwe.
Êlê di daxuyaniya xwe de got ku, ev êrîş bertekek li dijî siyaseta çewisandinê û zilma ku Hikûmeta Veguhêz li dijî wan dike, pêk hat.
Êla Mişahide, diyar kir ku êrîşên wan dê berdewam bikin, heta ku ev zilm bi dawî bibe.
Her wiha êla Mişahide, ji hemû êlên Ereb xwest ku piştgiriya wê bikin û li dijî dagirkirina xaka wan bisekinin.