MKG: Di tebaxê de 2 rojnameger hatin binçavkirin û 1 jî hat girtin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi daxuayniyekê, rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a tebaxa sala 2026’an a taybet bi Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Komeleyê diyar kir ku di nava meha tebaxê de hejmarek ji jinên rojnamevan rastî lêpirsîn û binçavkirinan hatin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku desthilatdarî bi awayên cûrbecûr zextên xwe li ser çapemeniyê berdewam dike.

Çarçoveya karê rojnamevanan teng bû û astengî li pêşiya gihîştina nûçeyan a ji bo raya giştî hatin danîn.

Li aliyekî din jî sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane.

Nûçe tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û rêxistinên medyayê nayên dîtin an jî tên girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin anî ziman ku tevî van zextan jî, rojnamevan di nivîsandina rastiyê û belgekiria wê de berdewam in.

Di raporê de navên rojnemgerên girtî wiha hatin rêzkirin:

Elîf Bayburt, Hatîce Duman, Nadiye Gurbuz, Ozden Kinik, Pinar Gayip, Yelîs Ayaz, Songul Yucel, Fatma Sîbel, Gurcihan û Îrem Delîce.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye