Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, roja Şemiyê (5'ê Îlona 2026'an) di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Telegramê diyar kir ku artêşa Rûsyayê êrîş biriye ser du balafirgehên girîng ên welat. Ev êrîş tam beriya serdana nûnerên taybet ên aştiyê yên Amerîkayê Cared Kuşner û Stîv Wîtkof ya bo Kîevê pêk hat.
Ji destpêka şer û dagirkeriya Rûsyayê ya di sibata 2022'an de, qada esmanî ya Ukraynayê ji bo firînên sivîl û bazirganî girtî ye. Lê belê, Zelenskî destnîşan kir ku rayedarên Ukraynayî nîqaş li ser wê yekê dikirin ku nûnerên Amerîkayê roja Yekşemê rasterast bi balafirê dakevin balafirgeha Kîevê an jî ya Borîspîlê.
Zelenskî di peyama xwe de bal kişand ser armanca êrîşê û got: "Eşkere ye ku ev lêdanên Rûsyayê yên ser balafirgehan, bersivek e ji bo amadekariyên sefera heyeta Amerîkayê ya bi balafirê."
Serokê Ukraynayê her weha anî ziman ku dronên Şahid ên ku Rûsya ji Îranê werdigire, bersiva Moskovayê ya li dijî hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê ne.