Amerîkayê li Kendava Omanê tankereke Îranê binav kir: Şerê tankerên petrolê gur bû

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku tankera petrolê ya bi navê "M/T Kilo" ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve piştî derbên hêzên Amerîkî li Kendava Omanê binav bûye. Piştî vê bûyerê, Tehranê jî gefa tolhildanê xwar û şerê tankerên petrolê li herêmê careke din gur bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" eşkere kir ku ji ber operasyoneke serkeftî û pofesyonel a hêzên wan, tankera petrolê ya Îranê "M/T Kilo" îro bi temamî di kûrahiya avên Kendava Omanê de binav bûye. Li gorî agahiyên CENTCOM'ê, berî ku keştî were armancgirtin, ferman ji tîmê keştiyê re hatibû şandin ku wê biterikînin û piştre xalên girîng ên tankerê hatine lêdan û bi temamî ji kar hatiye derxistin.

Ev alozî piştî bêdengiya mehekê rû da, dema ku Supaya Pasdarên Îranê moşekên balîstîk avêtin du keştiyên şer ên Amerîkayê ku li herêmê di wezîfeyê de bûn. Piştî têkçûna êrîşên Îranê, hêzên Amerîkayê her du tankerên petrolê yên bi navên "Dawni" (li nêzî girava Xark) û "Stark 1" (li nêzî Jask) ji kar xistin û tankera vala ya "Kilo" jî li Kendava Omanê îmha kirin.

CENTCOM'ê diyar kir ku ev hersê tanker beşek bûn ji "toreke sîber a bi mîlyaran dolaran" ku aboriya Supaya Pasdarên Îranê û wekîlên wê li herêmê dabîn dikir. Di van rûdanan de tu leşkerên Amerîkî birîndar nebûne. Admiral Brad Cooper, Fermandarê CENTCOM'ê, hişyarî da Îranê û got: "Heger hûn guleyan berdin du keştiyên me, em ê bi rûxandina sê keştiyên we bîlantoyeke girantir a aborî bidin we."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye