Dewleta Îranê du welatiyên Kurd revandine ciheke nediyar

Kiryarên dewleta Îranê yên li ser revandina welatiyên Kurd berdewam e. Dewleta Îranê du welatiyên Kurd revandine ciheke nediyar.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Kiryarên dewleta Îranê yên li ser revandina welatiyên Kurd berdewam e.

Dewleta Îranê li Urmiyê girtiyê siyasî yê berê Şîrvan Suleymanzade û li Sinê xwendevanê dibistana amadeyî Diyarî Abdî binçav kirin û revandine cihekê ne diyar.

Di 19’ê cotmeha 2026’an de, Şîrvan Suleymanzade yê ji bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat binçavkirin û revandine cihekê ne diyar.

Li gorî agahiyên ji heremê Şîrvan Suleymanzade di sala 2019’an de, bi hinceta “endamê partiyên Kurdistanî” hatibû girtin û 5 salan di girtîgehê de mabû.

Dewleta Îranê di heman rojê de li Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê Diyarî Abdî li nêzê Pira Mêrdox a bajar binçav kirin û revandine cihekê ne diyar.

Heta niha ti agahî di derheqê Şîrvan û Diyarî de nehatine girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye