Qeza, duh dema ku ajokar kontrola otobusê ji dest dabû, qewimî.
Polîs, Dezgeha Agirkujiyê û Parastina Sivîlan gotin ku otobus wergeriya û di çem de bi qasî neh metreyan kûr noqî avê bû.
Karmendekî servîsa agirkujiyê anî ziman ku heta niha hatiye piştrastkirin ku 24 kes mirine û diyar kir ku 2 jin piştî hatine rizgarkirin jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha got ku tîmên rizgarkirinê 22 term ji hundirê otobusa binavbûyî derxistine ku di nav wan de 6 mêr, 11 jin û pênc zarok hene.