Koşka Spî amadebûna Zelensky di civîna Alaskayê de gotubêj dike

Kenaleke ragihandinê ya Amerîkî eşkere kir ku Koşka Spî, amadebûna serokê Ûkrayna di civîna Alaska ya di navbera Turmp û Putin de gotubêj dike, lê heya niha biryara dawiyê nehatiye standin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trump û Putin dê di15'ê tebaxê de li Alaskayê ji bo dan û standinên li ser şerê Ûkraynayê bicivin.

 

Reyadarekî Amerîkayê diyar kir ku beşdarbûna Zelensky gengaze û her kes dixwaze ev yek pêk were, lê heya niha nehatiye piştrastkirin.

 

Tora NBC a Amerîkî reportek belav kir û tê de, li ser zimanê berpirsekî Amerîkî û 3 kesên agahdar ji civînên navxweyî ragihand ku li nav Koşka Spî, pirsa amadebûna serokê Ûkrayna Vladîmîr Zelensky di civîna Alaskayê de tê gotubêjkirin û Trump jî bi vê yekê re ye ku civîneke sê alî di navbera wî û Putin û Zelensky de bê lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye