Di 3'yê adarê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîneke çapemeniyê de, behsa pêşeroja rêbertiya Îranê kir.
Donald Trump got ku senaryoya herî xirab ew e ku kesekî bi qasî yê berê xerab desthilatdariyê bigire destê xwe.
Trump di berdewamiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir:
Min ji gelê Îranê xwestiye ku niha xwepêşandanan nekin û nekevin kolanan.
Piraniya kesên ku dikarîbûn şûna rêberê Komara Îslamî bigirin hatine kuştin.
Dema ku ji serokê Amerîkayê hat pirsîn, gelo Şahzade Riza Pehlewî dê bibe bijardeya serokatiya Îranê, wî wiha bersiv da:
"Erê, ez difikirim ku hin kes jê hez dikin, lê em zêde li ser vê yekê nefikirîne.
Lê ez difikirim ku heke kesek xwedî geldostiyeke navxweyî hebe, dê çêtir be.
Mirovên me yên wisa hene, mirovên ku nermtir in.
Hûn dizanin, ev tundrewên dîn bûn û hûn dizanin wan çi stend?
Tiştê ku ew dikin kuştina mirovan e."
Katz: hHer rêberek were tayînkirin dê ji holê bê rakirin
Têkildarî heman mijarê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser hesabê xwe yê X'ê wiha nivîsand:
"Her rêberek ku ji aliyê rejîma Îranê ve were erkdarkirin, dê bibe armanca tekez a jiholêrakirinê, navê wî çi be û li ku derê xwe veşêre. Em ê bi hemû hêza xwe, bi hevkarên xwe yên Amerîkî re, berdewam bikin Da ku em şiyanên rejîmê ji holê rakin û şert û mercan ji bo gelê Îranê biafirînin da ku wê hilweşînin."