Pûtîn: Mertala nukleerî ya Rûsyayê pêbaweriya xwe îsbat kiriye

Rûsya, mûşekeke nuklerî diceribîne ku 14.000 kîlometre rêwîtî kiriye û 15 demjimêran di hewayê de maye. Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dibêje; "Modernîteya hêzên me yên çekdar ango astengkirina me ya nuklerî, di asta xwe ya herî bilind de ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Rûsyayê bi hêza xwe ya nuklerî li seranserî cîhanê navdar e.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn roja Yekşemê piştrast kir ku mertala nuklerî ya Rûsyayê pêbaweriya xwe îsbat kiriye.

Ev yek di dema serdana Vladimir Putin bo navenda fermandariya Koma Hêzên Hevbeş de pêk hat.

Pûtîn: Astengkirina me ya nuklerî di asta herî bilind de ye

Putin, di hevdîtinekê de li gel fermandariya Koma Hêzên Hevbeş ên ku beşdarî operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynayê dibin, axivî û got:

"Modernîteya hêzên me yên çekdar ango  astengkirina me ya nuklerî, di asta xwe ya herî bilind de ye. Wê ne mubalexe be ku mirov bibêje ew ya hemû dewletên din yên nuklerî derbas dike.”

Rûsya: Mûşkeke krûz ya nû ceribandiye

Di heman demê de, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê  Valery Gerasimov ji Serok Putin re got ku welatê wan di 21`ê Cotmehê de mûşekeke krûz a nû ya ku dikare çekên nuklerî hilgire ceribandiye.

Mûşeka ”Burevestnik” 14.000 km rêwîtî kiriye

Her wiha Valery Gerasimov bal kişand ser mûşeka bi navê "Burevestnik" ku 14,000 kîlometre rêwîtî kiriye û bi qasî 15 saetan di hewayê de maye.

Serokê Rûsyayê, derbarê ceribandina mûşekê de wiha got:

"Ceribandinên biryardar a mûşeka krûz a nukleerî ya Burevestnik niha qediyane, lê hîn jî gelek kar heye ku were kirin da ku mûşek bikeve amadebaşiya şer.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekez kir ku  mûşekên krûz ên bi hêza nuklerî yên Rûsyayê  berhemeke bêhempa ne, li ti devereke din a cîhanê nînin.

Vladimir Putin destnîşan kir ku derbarê perwerdekirina hêzên êrîşkar ên stratejîk de, me pêbaweriya mertala nuklerî ya Rûsyayê ji nû ve piştrast kir.

Pûtîn: Êdî ewlehiya neteweyî misoger e

Di dawiyê de, Putin tekez kir ku hêzên stratejîk bi tevahî dikarin ewlehiya neteweyî ya Rûsya û Dewleta Yekîtiyê misoger bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye