RSF: Li Faşir baregeha firqeya 6`an hat kontrol kirin

Hêzên Piştgiriya Lezgîn vîdeoyên ku kontrola xwe ya baregeha Firqeya 6`an li El Faşer radigihînin weşandin. Her wiha îdia kirin ku wan gelek alavên leşkerî û kelûpelên şer desteser kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sudanê ev demeke di navbera artêşê û  Hêzên piştgiriya Bilez (RSF) şereke dijwar diqewime.

Hêzên piştgiriya Bilez (RSF) di vî şerî de karîbû bigihîje baregeha Firqeya 6`an a li naverasta bajêrê El Faşer ê.

Li gorî agahiyan, di  heman demê de li eniya bakur bi hezaran sivîl ji ber şerên dijwar koçber bûne.

Di nava 18 mehên borî de, Hêzên piştgiriya Bilez (RSF) bajar dorpêç kirine û li dijî artêşê şer dikin.

Her wiha bi êrîşên berdewam yên bi dron û topan sivîlan hedef digre, seranserî bajarê dorpêç kiriye û ev bajarê ku heta niha 250,000 kes lê dijîn, biçîbûneke mezin re rû bi rû ye.

Li gorî agahiyan Hêzên Artêşê û Hêza Hevbeş ji Bakurê Rojavayê El Faşer vekişiyane, ku niha şer lê diqewime.

Çalakvanan demek dirêj e hişyarî didin ku kontrolkirina bajêr ji hêla Hêzên piştgiriya Bilez ve wê bibe sedema êrîşên etnîkî jî, wekî li başûrê kampa Zemzem kontrol kirin şer qewimî.

Hefteya borî jî, Hêzên piştgiriya Bilez (RSF) got ku ji bo derketina sivîlan û radestkirina şervanan ji bajêr hêsankariyê dikin.

Mîsyoneke NY meha borî got ku Hêzên piştgiriya Bilez di dema dorpêçkirina El Faşer de gelek tawanên li dijî mirovahiyê kirine.

Ji nîvê Nîsana 2023'an vir ve, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez şerekî dimeşînin.

Hêzên Piştgiriya Bilez ji Gulana 2024`an  ve El Faşer dorpêç kirine, di heman demê de artêşa Sûdanê jî hewl dide ku bajar, ku wekî navenda operasyonên mirovî ji bo wîlayeya pênc Darfurê kar dike, ji nû ve kontrol bike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî û rayedarên herêmî ji Nîsana sala 2023'an ve ji ber vî şerî  zêdetirî 20,000 kes mirine û nêzîkî 15 milyon kes koçber û bêwar bûn.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye