Piştî pejirandina Îsraîlê bo derbaskirina amûrên Misrî, ji êvara şemiyê û heta sibeha îro bi dehan amûr û makîne ji deriyê Refahê rasterast ketin Xezeyê da ku li cenazeyên rehînên mayî yên Îsraîlî bigerin.
Trump: Divê Hamas yekser dest bi radestkirina cenazeyên mayî bike
Her wiha serokê Amerîkayê Donald Trump di postek li ser platforma xwe ya Truth Social got ku divê Hamas yekser dest bi radestkirina cenazeyên mayî bike ku 2 ji wan jî Amerîkî ne.
Trump soz da ku eger cenazeyên rehîneyan neyên vegerandin, welatên ku di peymana aştiyê de beşdar in wê tedbîran bigirin, lê diyar nekir ka wê çi tedbîran bigirin.
Trump ji bo vegerandina cenazan 48 demjimêr dan hemasê
Donald Trump da zanîn ku Washington wê di nav 48 demjimêrên bê de mijarê vegeranda cenazeyên dîlgirtiyan bişopîne.
Trump li ser hêza îstîqrarê ya li Xezeyê got ku dibe ku Qeter hêzên aştîxwaz bişîne Xezeyê.
Li gorî rojnameya Îsraîlî Maariv Netanyahu peyamek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re şandiye û gotiye ku ew hebûna Tirkiyê li Şerîda Xezeyê red dikin.
Netanyahû: Anîna Tirkiyê nav şerê Xezeyê derbaskirina xeta sor a Îsraîlê ye
Her wiha hate ragihandin ku Netanyahu di hevdîtinên xwe yên bi nûnerê serokê Amerîkayê Steve Witkoff û şêwirmend û zavayê Trump Jared Kushner re tekez kir ku her hewldanek ji bo anîna Tirkiyê nav şerê Xezeyê derbaskirina xeta sor a Îsraîlê ye.
Di 10´ê cotmehê de bi navbenkariya Amerîka û Misriê agirbestek li Xezeyê hat ragihandin.
Di peymana agirbestê de yek ji xalên sereke ew bû ku Tevgera Hemasê li hember berdana nêzîkî 2 hezar Filistîniyên ku ji hêla Îsraîlê ve hatine girtin, 48 dîlgirtiyên îsraîlî vegerine.
Lê belê Hamasê heta niha tenê termên 15 ji 28 rehîneyên mirî vegerandiye, lê cenazeyên mayî li seranserê Xeze wêrankirî di bin kavilan de ne.