Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û rêjîma Îranê de ji 28`ê Sibatê ve dest pê kir û piştî şer komên çekdar ên alîgirên Îranê gelek caran baregehên Koalîsyonê yên li Îraq û Başûrê Kurdistanê kirine armanc.
Li gorî artêşa Fransayê û Berpirsê Eniya 6`an a Pêşmergeyan a Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî, êrîşek bi 2 dronên bombebarkirî hatiye pêkanîn.
Hate ragihandin ku di êrişê de baregeheke leşkerî ya li navçeya Mela Qereyê ya li Mexmûrê hatiye armanckirin.
Ew baregeh nêzîkî 40 kîlometreyan ji bajarê Hewlêrê dûr e.
Di vê êrîşê de 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne.
Wan leşkeran ji bo têkoşîna li dijî terorê perwerde dida Pêşmergeyan.
Macron kuştina leşkerekî fransî di êrîşeke dronê de li Îraqê ragihand
Serokkomarê Fransayê îro li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku leşkerekî wan di êrîşê de hatiye kuştin.
Macron da zanîn ku navê wî leşkerê kuştî Arno Frian e.
Ew leşker di Fewca 7`an a Hêzên Çiyayî de efserê pilebilind bû.
Macron: Êrîşa li ser hêzên me li Hewlêrê nayê qebûlkirin
Emmanuel Macron got: "Arno ji bo Fransayê û di dema êrîşeke li Hewlêra Îraqê de canê xwe ji dest da."
Macron her wiha piştrast kir ku di wê êrîşê de "çend leşkerên din ên Fransayê" jî birîndar bûne.
Macron da zanîn ku welatê wî sersaxiyê dide malbat û hevrêyên wan û piştgiriya wan dike.
Emmanuel Macron êrîşên li ser hêzên Fransayê bi tundî şermezar kir û wiha lê zêde kir:
"Ev êrişa li ser hêzên me yên ku ji sala 2015`an ve li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bi tu awayî nayên qebûlkirin."
Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku hebûna wan a li Îraqê tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ye û got:
"Şerê niha yê li Îranê nikare bibe hincet ku êrîşên bi vî rengî li ser artêşa Fransayê bên kirin."
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha jî bi dronan êrîşî li ser baregeheke Îtalyayê ya li Hewlêrê jî hatibû kirin.
Di wê êrîşê de tu zirarên canî çênebûbû.
Îtalyayê biryar da ku bi awayekî demkî leşkerên xwe ji wê baregehê vekişîne.