Li Bakurê Kurdistanê, ji bo pîrozbahiyên cejna Newrozê amadekarî dewam dikin, îsal wê li 53 navendan agirê Newrozê bê dadan.
Li gelek deveran karê ji bo Newrozê destpê kir. Lê qedexe û cezayên kêfî yên li hemberî pîrozbahiyan jî dewam dikin.
Zeynep Ete ku par li Bismilê di pîrozbahiya Newrozê de amade bû, bi hinceta ku şal a ji rengê kesk, sor û zer hildaye kete ber lêpirsînê û bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
eman rojê kete ber lêpirsînê
Bûyer 15'ê Adara 2025'an qewimî. Zeynep Ete ji bo beşdarî mîtînga Newrozê ya li navçeyê bibe çû qadê.
Lê bi hinceta şal a kesk, sor û zer a ji zarokekî wergirtî, polîsan bang li wê kirin û rapor der barê wê amade kirin.
Piştre jî Serdozgeriya Komarê ya Bismilê têkildarî Zeynep Ete bi îdîaya 'Propagandaya rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.
Li dû lêpirsînê gilîname hate amadekirin û hate xwestin, ku Zeynep Ete bê cezakirin.
10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn
Di vê pêvajoyê de Zeynep Ete li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a li Amedê sûcdarî red kir.
Der barê Zeynep Ete meha derbasbûyî biryar hate dayin. Dadgehê şal a ji sê rengan weke "sûc" hesiband û destpêkê salek cezayê girtîgehê li Zeynep Ete birî.
Piştre jî ceza daxist 10 mehan.
Di cezayê hate birîn de biryar hate dayin ku eşkerekirina hukim bê paşvexistin.