Îro, nêzîkî salek û du meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe.
Lê belê, hîn jî YNK’ê û PDK’ê li ser peywira Serokkomariyê li hev nekirine.
Niha hemû çav li ser hevdîtina hefteya bê ya di navbera siyastmedarên PDK’ê û YNK’ê de ne, da ku bibînin ka gelo di warê avakirina hikûmetê de pêşketinek çêdibe yan na.
Du namzetên PDK`ê û YNK`ê ji bo wezîfeya serokkomariyê
Parvekirina wezîfeyên Kurdan di Hikûmeta Îraqê de beşek din a nakokiya di navbera PDK’ê û YNK’ê de ye.
Kursiya Wezîfeya Serokkomarê Îraqê, ji sala 2005’an û vir ve li Îraqê kevneşopiyeke siyasî ye û di nav Kurdan de jî ya YNK’ê bû.
Di du demên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de, PDK’ê û YNK’ê li hev kirin ku li beramberê wezîfeya Serokê Herêma Kurdistanê, wezîfeya Serokkomarê Îraqê ji bo YNK’ê be.
Lê piştî ku Celal Talebanî koça xwe ya dawî kir, peyman hate betalkirin û di navbera PDK’ê û YNK’ê de li ser vê peywirê nakokiyeke berdewam hebû.
Di parlamentoya Îraqê de 31 kursiyên PDK`ê û 18 kursiyên YNK`ê hene
Di van hilbijartinan de PDK’ê zêdetirî 1 milyon û 100 hezar deng bi dest xistiye û di Parlamentoya Îraqê de 31 kursiyên wan hene. Yê YNK'ê di 18 kursiyan de maye.
Ji ber vê yekê, li gorî encamên hilbijartinê, PDK wezîfeya serokkomarî vê carê ya xwe dibîne.
Li gorî agahiyên ku Roj NEWS`ê ji çavkaniyek di herdu partiyan de bi dest xistiye, PDK’ê Dr. Fûad Husên ji bo wezîfeya serokkomarî kiriye namzet.
Her wiha YNK’ê jî Nizar Amêdî ji bo vê wezîfeyê kiriye namzet.
Lêbelê, heke PDK û YNK wezîfeyên herdu aliyan li ser maseya danûstandinan danîn, dibe ku ev peywir ji bo YNK’ê were destnîşankirin.
Partiyên şîe vê carê nabin beşek ji nakokiya di navbera PDK’ê û YNK’ê de
Li gorî raporan partiyên Şîe vê carê biryar dane ku li ser mijara serokkomariyê wê nebin beşek ji nakokiya di navbera PDK’ê û YNK’ê de.
Di şûna wê de, wan biryar dane ku piştgiriyê bidin namzetê herî bihêz û guncaw yê Kurd.
Şieyan bang li her du partiyên Kurd kirin ku vê meqamê serokkomariyê bi danûstandinan çareser bikin.
Piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê YNK’ê bi du şandeyan serdana bexdayê kir
Piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, YNK’ê bi du şandeyên bi serokatiya Bafil Talabanî û Qubad Talabanî serdana Bexdayê kirin.
Lêbelê, nayê zanîn ka ev serdan ji bo wezîfeya serokkomar bûn, an na.
Ji ber ku heta niha derbarê naveroka hevdîtinan de tu daxuyanî nehatine dayîn.