Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha mijdarê eşkere kir.
MKG'ê di rapora xwe de ragihand ku daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zextên li ser rojnamevanan dewam dikin.
Pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî ‘rîskên normal ên pîşeyê’ bên normalîzekirin û wiha hate gotin:
“Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe.”
Hin naveroka raporê jî wiha ye;
"Di 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe. Mafê îfade û agahdariyê ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, di tevahiya mijdarê de bi binçavkirin, lêpirsîn, gef û dozên şîdeta dîjîtal careke din hatiye binpêkirin.
Ev rewş Hefteya Mafên Mirovan, ji bo çareseriyên derbarê ewlehî û azadiya rojnamevanan û mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê de, bangeke lezgîn dike."
Ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî bi gefan re rû bi rû dimînin.
Di raporê de hate diyarkirin ku di meha mijdarê de jî binpêkirinên mafên rojnamegeran berdewam kir.
Berdewam di raporê de hatiye gotin ku rojnamevan dibin hedef û wiha dewam dike:
"Bi taybetî di demên aloziya siyasî de, rapor û parvekirina rojnamevanan pir caran weke sûc tê hesibandin; ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî yên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de were hesibandin, bi binçavkirin, lêpirsîn, doz û gefan re rû bi rû dimînin."
Gefên li ser ewlehiya rojnamevanan zêde dibin
Di heman demê bal hat kişandin gefên li ser ewlehiya rojnamevanan û hate gotin ku gefên kuştinê jî zêde bûne. Rapor wiha bi dawî bû:
"Di vê rewşê de pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe."