Şer û pevçûnên di nav malbat, bajar û eşîran de derdikevin her ku diçe vedigere pirsgirêkek giştî ya civakê.
Li gorî agahiyên ji Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê hatin girtin, van pirsgirêkên civakî bala Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî kişandiye.
‘Ez di ferqa tundiya di nav civakê de me’
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê van mijaran de agahî ji şandeyê xwestiye û bal kişandiye ser van mijaran:
“Ez ferq dikim tundiya di nav civakê de di rewşeke awarte de zêde dibe.
Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye. Ez ji vê yekê gelek xemgîn dibim.”
‘Ez ê dest biavêjim van meseleyan’
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijara herî zêde divê li ser bê sekinandin jî ev tundiya di nav civakê de zêdebûyî ye û wiha lê zêde kir:
“Ez soz didim ku di demeke kin de qasî deh wezaretan kar bikim.
Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî wê tundiya di nav civakê de be.
Divê li hemberî vê mijarê tedbîrên zagonî, civakî, exlaqî û çandî bên girtin.”
‘Divê gotineke mirov biêşîne jî neyê kirin’
Têkildarî tiştên demildest bên kirin jî Abdullah Ocalan ewilî bang li hemû kesên li wî guhdar dikin, dike û wiha didomîne:
“Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayekî exlaqî dest ji çekan berdin.
Divê gotineke ku hevdu biêşînin jî nebêjin hev.
Pirsgirêkan biaqil û axaftinê çareser bikin.
Ez tundiya di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajaran de red dikim û derveyî exlaqê dibînim.”
‘Li hemberî tundiya nav civakê berpirsyarî bigirin’
Abdullah Ocalan bang li hemû kesên hestiyar dike ku li hemberî vê tundiyê rol bigirin ser milê xwe û li hemberî vê pirsgirêkê têbikoşin.
Abdullah Ocalan di vî warî de jî vê peyamê dide:
“Ez vê yekê ji hemû welatparêz, heval û rêhevalan dixwazim.
Min berê digot ku em destûr nedin, tenê kesek jî di vê pêvajoyê de jiyana xwe jî dest nede, em serkeftî ne.
Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê berdan û tundî li aliyekê divê gotineke xirab, mirov diêşîne jî neyê gotin.”
‘Têkoşina demokrasiyê rêxistinbûne’
Li ser berpirsyariya qada siyasetê ya di vê mijarê de jî Abdullah Ocalan dibêje ku pêwiste têkoşîneke xurt bê meşandin.
Abdullah Ocalan sedema vê tundiyê wekî bêrêxistinbûyîn destnîşan dike û bal kişandiye ser van xalan:
“Min çend caran hişyarî kirin.
Divê civak bê rêxistinkirin.
Rêxistinbûyîn pêwiste heta yekîneya herî biçûk a civakê bê berfirehkirin.
Ev civak ne civakeke bê îhmalkirine.
Têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina gel e.”
Li gorî agahiyên Şandeya DEM Partiyê parvekirin Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de herî zêde li ser zagona ji bo entegrasyonê bê derxistin rawestiyaye û ji hemû kes û derdorên demokratîk xwestiye ku berpirsyariyê bigirin û ked bidin.