Duh li Taxa Maye ya bajarê Silêmaniyê, cenezayê jineke 40 salî bi aweyeke xeniqadî di mala xwe de, hat dîtin.
Têkîldarî vê bûyerê, berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed daxuyaniyek da çapemeniyê.
Serkewt Ehmed ragihand ku jin beriya bixeniqe peyamek bi deng ji keça xwe re şandiye û di peyama xwe de daxwaza efûyê kiriye.
Her wiha berdevkê Polîsên Silêmanîyê Serkewt Ehmed got ku dibe ku ev bûyerek xwekuştinê jî be. Lê belê hê ew nikarin bûyerê piştrast bikin û diyar kir ku lêkolîna di derbarê bûyerê de hîn jî didome.