Li Kobanê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê, ji destpêka sala 2026'an û vir ve, biryarên nû yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bûne sedema nerazîbûnên mezin.
Ev biryar di çarçoveya "entegrasyona" herêmê de têne girtin, lê ji aliyê Kurdan ve wekî hewildanên tunekirina nasnameya çandê têne dîtin.
Rayedar û xelkên Kobanê, vegera li navên erebî yên ku di serdema "Kembera Erebî" de hatibûn lêkirin, wekî hewildanekê ji bo vejandina polîtîkayên asîmîlasyonê dibînin.
Di dema dawiyê de, li Çelebiya Kobanê, piştî ku tabloyên saziyên fermî an jî dibistanan tenê bi zimanê Erebî hatin daliqandin, û navên Kurdî hatin jêbirin, nerazîbûneke pir tund a gel derket pêş.
Xelkên herêmê dibêjin ku navên Kurdî ne "nû" ne, lê navên resen û dîrokî ne, ku bi dehan salan hatibûn qedexekirin.
Vegerandina navên erebî, wekî jêbirina dîrok û nasnameya wan tê hesibandin.
dîmenên tabloya Çelebiyê û nerazîbûna gel
Piştî nerazîbûnê, hat ragihandin ku tablo hat guhertin, li şûna ya berê, tablo bi zimanê Kurdî û Erebî hat daliqandin.
Dewlet, di daxuyaniyên xwe yên fermî de jî, dixwaze navên Kurdî ji nav bibe.
Mînak; li şûna Kobanê, "Eynulereb" bikar tîne.
Her wiha, hikûmetê di Nîsana 2026an de biryar da, ku navên dibistanên li herêmên Kurdan biguherîne.
Niştecih û xwendekarên herêmê bi meşên girseyî ev biryar şermezar kir, û ew wekî hewldanekê ji bo "tunekirina nasnameya Kurdî" bi nav kir.
Her çend bi biryarnameya hejmar 13, zimanê Kurdî wekî "zimanê nîştimanî" hatibe naskirin jî, biryara Wezareta Perwerdeyê ya ku Kurdî tenê wekî "waneya bijarte" û "ne-mecebûrî" pênase kir, bû sedema aciziyê.
dîmenên xwepêşandana ji bo ziman a qamişlo- navned dîmen xam
Gel dixwaze sîstema perwerdeya bi Kurdî ya heyî biparêze.
Li aliyê din, di dema qeydkirina nifûsê ya nû de, ku ji 6'ê Nîsana 2026'an ve dest pê kir, hat eşkerekirin ku rayedarên hikûmetê di sîstema qeydkirinê de hemwelatiyên Kurd wekî "Erebên Sûriyê" tomar dikin.
Piştî bertekên tund ên gel, hikûmet neçar ma ku paşve gav biavêje û îfadeya "Sûriyeyî" bi kar bîne.