Mezlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOM`ê re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)`ê Mezlûm Ebdî, bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper diyar kir ku piştgiriya Waşingtonê ji bo QSD`ê wê berdewam bike.

Her wiha hate ragihandin ku Admiral Brad Cooper di civînê de behsa pêbendiya Amerîkayê ya bi piştgiriya QSD`ê ji bo domandina xebatên hevbeş ên li dijî terorê, ewlehiya kampan û parastina girtîgehên DAIŞê kiriye.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî jî di civînê de li ser diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de, nîqaşkir û pêbendiyê xwe yê ji bo Peymana 10ê Adarê anî ziman.

Ebdî diyar kir ku ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, tê xwestin ku xebatê bidomîne û ji bo baweriyê bi dest bixe divê hin gavan bavêje.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24