Ev civîn di demekê de tê ku dema dawî ya ji nû ve sepandina dorpêçan li ser Îranê nêzîk dibe.
Li gor agahiyan, danûstandin li ser çend mijaran hat kirin, di nav de gihîştina çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) bo tesîsên nukleerî û depoya uranyuma dewlemendkirî ya Îranê.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî jî, destnîşan kir ku heke lihevkirinek çêbibe, Îran amade ye beşdarî bernameyên nû yên avakirina baweriyê bibe, lê bi şertê ku rakirina cezayan û bidawîkirina gefan di rojevê de bin.
Her wiha Araqçî ragihand ku Tehran heya ku danûstandin neqedin, wê careke din bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re hevkariyê neke.