Gef û zextên dawî yên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan û zêdebûna tevgerên leşkerî yên artêşa Îraqê li sînorê Şengalê, careke din metirsiya qirkirinê li ser Êzidiyan zêdekir.
Di derbarê metirsiya li ser Şengalê de nivîskar Adil Osman axivî.
Adil Osman, îşaret bi berxwedan û têkoşîna gelê Şengalê ya li dijî êriş û komkujiyên DAIŞ’ê kir û got:
"Gelê Şengalê li beramberî êrişên DAIŞ’ê de çek danenîn û radest nebûn.
Têkoşîna xwe ya li ser bingeha azadiyê meşandin.
Piştî 74 fermanan bûne xwediyê sîstem û xwerêveberiyê.
Ev destkeftin jî dijminan nerehet kiriye."
Adil Osman da zanîn ku piştgiriya gelê Kurd ya ji bo Şengalê giringe û ev bang kir:
"Ji bo parastina yekitiya neteweyî pêwîste gelê Kurd mîna Rojava, ji bo parastina Şengal û xelkê wê jî dakeve qadan."
Xwedêda Çûkê: Xelkê Şengalê wê bi hêzên xwe yên parastinê re bin
Li aliyekî din jî Rêveberê nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê jî diyar kir ku mijara bêçekkirina Êzidiyan di rewşa niha de nayê qebûlkirin û got:
"Hedefa dewleta Tirk ew e ku Çiyayê Şengalê bixe bin destê xwe.
Ji ber vê zextê li hikûmeta Îraqê dike da ku êrîşî Şengalê bike.
Ji bo vê jî ev planên ku li ser Şengalê tên kirin berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê ye."
Xwedêda Çûkê tekez kir ku yekitiya hêz û gelên Êzidî ji bo parastina deskeftiyên Şengalê pir girîng e .