Ev çend roj in ku baraneke zêde li seranserî Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dibare û vê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kiriye.
Bayê bihêz û barana zêde bandoreke neyînî li ser jiyana navçeya Samandag a Hatayê kir.
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, tevgera ajokaran û peyayan zehmet bû.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, barana zêde bû sedema lehiyê. Li navçeya Şemrex, li taxa Kayalarê xaniyek di bin avê de ma.
LiŞşirnexê 50 pez û bizinên di ambar û axurê de telef bûn
Her wiha li navçeya Cîzre ya Şirnexê jî Barana ku duh li bajêr dest pê kir û tevahiya şev û sibê berdewam kir.
Barîna zêde bû sedema ku çemê li taxa Dîrseklî av bilind bibe.
Ji ber lehiyê pênc xanî û sê çadir di bin avê de man. Piştî agahdarkirinê, tîmên AFAD û şaredariyê şandin herêmê.
Barana zêde ya li navenda bajarê Şirnexê û navçeya Elkê jiyan sekinand.
Nêzîkî 50 pez û bizinên di ambar û axurê de telef bûn.
Piştî raporê, tîmên AFAD, Rêveberiya Taybet a Bajêr û jendermeyan çûn herêmê.
Li navçeya Misirc ya Sêrtê jî bi barîna barana zêde li hin kolan, kuçe û baxçeyên xaniyan ên li taxên Cumhuriyet û Tekelê lehî rabû.
Hin rêyên taxa Tekelê ji ber lehiyê demkî ji bo trafîkê hatine girtin.
Tîman ji bo çareserkirina lehiyê dest bi operasyonê kirin û alîkariya welatiyên li ser rêyan asê mane kirin.