Piştî daxuyaniya yekem a rêberê nû yê dewleta Îranê Mucteba Xameneyî ku tê de tekezî li ser berdewamiya şer û girtina Tengava Hurmuzê kir, Trump ev peyam da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di posteke li ser platforma xwe ya taybet a Truth Social de, tekez kir ku fikara wî ya sereke niha wekî serok, ew e ku pêşî li Împaratoriya xirab a Îranê bigire ku çekên nukleerî bi dest bixe.
Donald Trump metirsiya xwe anî ziman ku eger Îran çekên nukleerî bi dest bixe, dê Rojhilata Navîn û heta tevahiya cîhanê hilweşîne.
Her wiha wî tekez kir ku ew ê nehêle ku ev yek bibe.