Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêngavê ku dabûn destpêkirinde ya di bin nav;"Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" çalakiyek li pêşiya avahiya xwe li dar xist.
Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Necah El Hisên got ku dengê jinan dengê aştiyê ye, beşdarbûna çalak a jinan nebe, Sûriya nû ava nabe.
Îlham Ehmed: Nenavendîtî projeyeke parçebûnê nîne
Her wiha di heman çarçoveyê de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê civîneke berfireh li Hola Werzîşê ya stadyuma bajarê Reqayê ji jinan re li dar xist.
Civîn bi beşdariya nûnên komîteyên jinan ên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Kombenda Efrînê ya Civakî û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin.
Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand û got:
“Nenavendîtî projeyeke parçebûnê nîne. Projeya yekbûyîna hêzan û mîsogerkirina nûnertiya adilane ya tevahî pêkhateyên Sûriyê ye".
Îlham Ehmed: erekî derûnî li hember jinan tê meşandin
Di dewamiya civînê de,Îlham Ehmed bal kişand ser pirsgirêkên li hemberî jinan û şerê taybet ê li hemberî wan tê meşandin û wiha got:
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve behsa mijara entegrasyonê jî kir û da xuyakirin ku entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav artêşa Sûriyê de wek gaveke yekem ber bi avakirina artêşeke neteweyî ya yekgirtî ve ye.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve di dawî de bal kişand li ser pirsgirêka koçber û penaberan jî û da zanîn ku divê vegera koçber û penaberan bi garantiyên ewle be û jiyan û milkên wan parastî be.