Bexda daxwaza radestkirina petrolê li Hewlêrê dike

Hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê petorlê bide Bexdayê da ku ew jî mûçeya karmendên hikûmeta Herêmê bide.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî,ragihand ku li gorî lihevkirina bi hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re, divê destpêkê petrol bê radestkirin piştre mûçe were şandin.

Li gorî biryarê, divê Herêm rojane 230 hezar bermîl petrolê radestî Iraqê bike. lê hinardekirina 50 hezar bermîl jî ji bo bikaranîna navxweyî ya parêzgehên Herêmê, zextekê dixe ser hesaba xezîneya giştî .”

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ev yek jî anî ziman ku pêkanîna biryarê, mûçeyên karmendan zêde dike, mûçe ji xezîneya federal li gorî qanûna budçeyê wê were dayîn û mijara dahatên ne-petrolê yên wekî gumrik û bac jî dihewîne û nakokiyên di navbera her du Hikûmetan çareser dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24