Hîn jî gelek dîlgirtiyên şervanên QSD'ê li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ne.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ragihand ku dê sibe komeke din a dîlgirtiyên QSD'ê yên di girtîgehên hikûmeta veguhêz de, serbest werin berdan.
Parêzgar destnîşan kir ku ev yek piştî rêzecivîn û hemahengiyên bi aliyên têkildar re pêk tê û wiha got:
"Di çarçoveya hewldanên xurtkirina aramî û aştiya navxweyî de,
Berdana dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de tê kirin.''
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ev gav gelekî girîng e û wiha nirxand:
''Ev gav, girîngiya diyalog û têgihiştinê di navbera gelên welatekî de nîşan dide.
Di heman demê de dibe sedem ku bawerî xurt bibe û mercên guncaw ji bo pêvajoyeke bi ewele, tevkarî û bi hev re jiyîn amade dike.''
Nûredîn Ehmed diyar kir ku berpirsyariya niştîmanî, domandina xebata hevpar hewce dike, da ku bikeve xizmeta tevahî Sûriyan û yekparbûna welêt û aramiya wê biparêze.
Ev koma ku wê sibe bê berdan koma 5'emîn e.
Beriya niha jî li ser 4 koman Hêzên Sûriya Demokratîk 491 kes û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hezar û 32 kes serbest berdabûn.
Piştî vê yekê, Ajansa ANHA'yê ragihand ku hîn jî dora 200 heta 300 dîlgirtiyên QSD'ê di girtîgehên hikûmeta veguhêz de mane.