Vê sibê li Parêzgeha Belûçistanê ya li başûrê rojavayê Pakistanê dengê teqîn û guleyan hat bihîstin.
Hat ragihandin ku ev deng li bajarê Quetta, ji ber êrîşeke bombeyî ya li dijî trênekê derket.
Trên ji Quetta ber bi Peşawerê ya li bakurê rojavayê Efxanistanê ve diçû.
Hat ragihandin ku trênê leşkerên artêşê û malbatên wan hildigirtin.
Rayedaran diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.
Artêşa Rizgariya Belûçan êrîş girt ser xwe
Artêşa Rizgariya Belûçan BLA'ê berpirsyariya êrîşa li ser tirênê girt ser xwe.
Berdevkê BLA'ê Jayend Baloch got ku êrîş ji hêla Lîwaya Mecîd ve, ku yekîneyeke xwekuj e, hatiye kirin.
Amerîka, Îngilistan û Pakistanê artêşa Rizgariya Belûçan BLA'ê wekî rêxistineke terorîst pênase kir.
Belûçistan, li gorî rûberê mezintirîn parêzgeha Pakistanê ye, demeke dirêj e ku bi pirsgirêkên aborî û krîzên ewlehiyê re rû bi rû ye.
Herêm ji ber aloziya siyasî, aborî û perwerdehiyê êşeke mezin dikişîne.
Komên Belûç hikûmeta federal bi îstîsmarkirina gaza xwezayî û çavkaniyên madenî yên parêzgehê tawanbar dikin, bi îdiaya ku nifûsa herêmî, para xwe ya dadperwer ji van çavkaniyan wernagire.