Di êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de 3 kes mirin

Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ev zêdetirî 4 salan e şer berdewam e. Karbidestên Ûkraynî diyar kirin ku di encama êrîşa Rûsyayê ya li ser bajarê Sûmyê de 3 kes hatin kuştin. Di heman demê de Kîev bîlançoyeke nû ya windahiyên Rûsyayê radigihîne. Ji aliyekî din ve, Moskoveyê ragihand ku di encama êrîşeke asmanî ya Ûkraynayê de 8 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsyayê êrîşek li ser bajarê Sumyê yê Ûkraynayê pêk anî.

Karbidestên Ûkraynî gotin ku di êrîşeke Rûsyayê ya li ser bajarê Sumy yê Ûkraynayê de ku li avahiyeke servîsa posteyê xist, sê kes hatine kuştin.

Serfermandarê leşkerî yê bajêr bi postekê li ser Telegramê diyar kir ku di êrîşa şevê de herî kêm du kesên din jî birîndar bûne.

Ûkraynayê bîlançoya windahiyên hêzên Rûsyayê eşkere kir

Ji aliyekî din ve, artêşa Ûkraynayê bîlançoya windahiyên hêzên Rûsyayê ji destpêka şer ve eşkere kir.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Ûkraynayê roja şemiyê ragihand ku hejmara leşkerên Rûs ên ku ji destpêka şer ve di 24`ê sibata 2022`an de mirine û birîndar bûne, gihîştiye nêzîkî 1,437,550 leşkerî.

Li gorî daxuyaniya Serfermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê, ji destpêka şer ve, hêzên Ûkraynayê;

12,208 tank, 25,011 wesayîtên şer ên zirxî, 46,724 pergalên topavêjan, 1,968 pergalên roketên pir-avêtinê û 1,518 pergalên parastina asmanî ji holê rakirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên Ûkraynayê 439 balafirên şer, 354 helîkopter, 426,836 dron, 4,943 mûşekên krûz, 34 keştîyên şer, du binav,125,358 wesayît û tankên sotemeniyê û 4,462 parçeyên alavên taybet ji holê rakirine.

Di êrîşa Ûkraynayê ya li ser Rûsyayê de 8 kes mirin

Di heman rojê de jî Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kir.

Moskoveyê ragihand ku di encama êrîşa asmanî ya Ûkraynayê ya li ser bajarê Zaporizhzhyayê de 8 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Zelensky: Em ê li Amerîkayê kargehekê ji bo çêkirina dronan ava bikin

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku hevkariya di navbera Kîev û Washingtonê de di warê dronan de dê dest pê bike.

Zelensky da zanîn ku ev hevkarî dê avakirina kargehekê li Amerîkayê, ji bo hilberandina van dronan û wê bi karanîna teknolojiya pêşkeftî ya Ûkraynayê jî di nav xwe de bigire.

Her wiha Zelensky got ku Ûkrayna dixwaze bi lez peymana destpêkê ya li ser dronan bi Washingtonê re bi cîh bîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye